Ji zimanê şahidan Qetlîama Susayê - Haber Diyarbakır

Son Haberler

Reklam Üst

26 Haziran 2020

Ji zimanê şahidan Qetlîama Susayê

Paylaş...
Ji zimanê şahidan Qetlîama Susayê

PKK, di 26ê Hezîrana 1992yan de roja înê ji alîgirên xwe piştgirî sitand û cil û bergên leşkerî li xwe kir. Dûvre di ser Mizgefta Sûsayê de girt. PKKyiyên ku piştî deriya mizgeftê şikandin û dûvre têketin nav mizgeftê, piştî nimêja îşayê cemaeta ku guhdariya siyera nebî dikir bi şiklekî zorê derxistin derve.

PKK,  destê 14 Mislimanan girê da û piştî ku ji qudsiyetên Mislimanan re heqeratan kir re bi çekên lûledirêj Mislimanan da ber berikan. Di encama wehşetê de 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Nîmet Çetînkaya

Nîmet Çetînkayayê pismanê Şehîd Huseyîn Çetînkaya wehşeta ku şeva qetlîamê ji teref PKKê ve hat kirin wisa anî zimên: "Di 26ê Hezîrana sala 1992yan de PKKyîyan derdora seat 20.30î de di ser Camîya Susayê de girt û 15 Mislimanên ku di camîyê de nimêj dikirin derxistin derve, destên wan girê dan û wanan dan ber guleyan. Di wê kêlîyê de ceyrana gund qut kiribûn. Heta wê rojê wehşeteke wisa nehatibûn kirin û gotin têra qalkirina wê wehlşetê nakin. Gund 2 kîlometre ji Farqînê dûr bû, di heman kêlîyê de xeber hatibû dayîn cendirmeyan; lê belê ew serê şeveqê hatin. Em bi xwe jî heta serê şeveqê li ber serê wan însanan bûn û însan heta şeveqê dikirin feryad û fîxan."

"Hinek kes di gund de hebûn ku wê şevê ji PKKyîyan re alîkarî kirin"

Çetînkaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir, PKKê hema serobero vê qetlîam nekir, ew bi alîkarîya hevkarên xwe yên di gund de vê qetlîamê kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ger di gundekî de kesekî ku hevkarîyê neke tu kes nikare were di gund de bi cî bibe. Hinek kes di gund de hebûn ku wê şevê ji PKKyîyan re alîkarî kirin. Li dora camîyê girtibûn û dizanibûn çend kes di hindur de ne û ew kes kî ne. PKKyî dema ku tên gund nabêjin ew PKKyî ne, dibêjin ew  ji qereqola Bismilê hatine û derheqê wan de gilî heye."

Çetînkaya di berdewama axavtina xwe de wisa qala hûrgilîyên qetlîamê kir: "PKKyî cil û bergên leşkeran li xwe kiribûn û bi wesfê leşkeran kesên di camîyê de derxistibûn derve. Mislimanên di camîyê de dema ku dibînin meqab di pîyên wan de ye fam dikin ku ew ne leşker, PKKyî ne. PKKyî dixwazstin ku çend kesan nexasim jî Huseyîn Çetînkaya birevînin. Hetta wê şevê dipirsin kî ji we Huseyîn Çetînkaya ye û ew jî dibêje ez im. Dema ku dikin wî bibin ew li ber xwe dide û tekbîra tîne. Hema di wê kêlîyê de PKKyî Huseyîn û Mislimanên din didin ber guleyan. Nêzî 20 berikan di sînga Huseyîn de hebûn."

Mihemed Mehdî Fîdanci

"Tiştekî me tune bû ku em xwe pê muhafeze bikin"

Mihemed Mehdî Fîdanciyê pismamê Şehîd Zekî, Medenî, Seîd û Mekenî Fîdanci ye destnîşan kir di şeva qetlîamê de tiştekî wan tune bû ku ew xwe pê muhafeze bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ew piştî nimêja işayê di camîyê de dersa sîyerê dikirin. Ez bi xwe jî beşdarî wan dersan dibûm. Wê şevê ez ji wan veqetîyam û çûm mala xwe ku min dît qelebalix li hev kom bûye, li malê jî mêvanê min hebû. Hema 2 deqîqe derbas nebûn ku dengê çekan hat. Tiştekî me tune bû ku em xwe pê muhafeze bikin. Mêvanê min ji min re got em pêvre herin cihê bûyerê, min ne hişt û jê re got em herin dê me jî bikujin."

Fîdanci di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKKyîyan destên Mislimanan girê dabûn û dû re wiha got: "Piştî ku destên wan girê dabûn ew şehîd kiribûn. Şofêrekî me tune be ku em birîndaran bibin nexweşxanê.Ji xwe re leşkerî jî ber destê şeveqê re hat. Şehîd Medenî bi halê xwe ya birîndar erebê ajotibû. Lê belê ew jî di nîvê rê de şehîd bûbû. Wê şevê 10 şehîd û 4 birîndarên me hebûn."

Mihemed Hafîz Fîdanci

"Kesên ku di ser camîyê de girtin cilên leşkeran li xwe kiribûn, lê belê nizanibûn tirkî biaxivin"

Mihemed Hafîz Fîdanciyê ku ji ehlê gund bû derbarê mijarê de tiştên ku ew ji wan re bûye şahid wisa anî zimên: " Ez bi xwe jî diçûm camîyê. Wê şevê mêvan hatibûn mala apê min î Hacî Izzet. Min dikir ku herim camîyê lê apê min gazî min kiribû. Piştî demekê pismamê min bi tirs û kelecan hat malê û got ku komek kesên çekdar di ser camîyê de girtine. Me jê pirsî kesên ku di ser camîyê de girtine kî ne, wî jî ji me re got ku kesên ku hatine cil û bergên leşkeran li ser wan in, lê belê pêlava meqabê di pîyên wan de ye û nizanin Tirkî xeber bidin, cemaata camîyê derxistine derve û destên wan girê dane û ew jî revîya ye û hatiye malê."

Fîdanci di berdewama axavtina xwe de diyar kir çawa ku em bi meselê hesîyan kirin ku biçin mizgeftê lê belê hêj ew ji mal derneketibûn ku dengê çekan hat. Fîdanci dû re wiha got: "Dema ku em gihaştin cihê bûyerê me dîtin ku şehîd û birîndar hene. Wê kêlîyê Şehîd Medenî ji bo birîna xwe girê bide paçik ji me xwest. Piştî ku birîna xwe girê da em û Şehîd Medenî me birîndaran rakir nexweşxanê, lê Şehîd Medenî di nîvê re de şehîd bû.Dema ku bû şeveq gundî hatin cihê bûyerê. Leşker jî derdora seat 8an de hatin."

"Her Mislimanê ku biçe camîyê di çavê van zaliman de dijmin e"

Fîdanci destnîşan kir cendirme di wextê wê de nehatin cihê qetlîamê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Gundê me 4 kîlometreyan ji Farqînê de dûr û ez bawer dikim wê şevê dengê çekan çûye leşkeran bi xwe jî. Dema ku leşker hatin ji ber ku di wextê xwe de nehatin min bertek nîşanî wan da."

Fîdanci di berdewama axavtina xwe de destnîûşan kir wê şevê qetlîameke mezin hat kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Birayê min î Salim berîya Qetlîama Susayê ji ber nasnameya xwe ya Îslamî li navenda Farqînê ji teref zaliman ve hat şehîdkirin. Ger birayê min wê demê nehatibana şehîdkirin ew ê li Sûsayê hatibana şehîdkirin. Tiştekî me tune bû ku em xwe pê muhafeze bikin. Camî li gor me wargeha tekane ya ku em ê herinê ye û ji bo me xurek ruhê me ye."

ÎLKHA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönderme

Reklam Alt